- 571
- 571
- 574
- 575
- 577
- 589
- 594
- 594
- 605
- 610
- 610
- 613
- 614
- 615
- 616
- 620
- 620
- 621
- 621
- 622
- 622
- 622
- 622
- 622
- 622
- 622
- 622
- 623
- 623
- 623
- 624
- 624
- 624
- 624
- 624
- 624
- 624
- 624
- 624
- 625
- 625
- 625
- 626
- 627
- 628
- 628
- 628
- 628
- 628
- 628
- 629
- 630
- 630
- 630
- 630
- 630
- 631
- 632
- 632
- 632
-
571
Berkeftîtirîn insanê hemû zemanan Pêxemberê me yê xwoşevîst hate dinyayê. Navê wî kirine Muhemmed.
-
571
Pêxemberê me teslîmê dayîkşîrê kirin. Dayîkşîra wî Helîmayê bi Pêxemberê me keyfxweş bû. Bi hebûna wî dewlemendbû.
-
574
Pêxemberê me bi şîrê dayîka Helîmeyê ve mezinbû, wek zorekek geheştî hate koşa dayîka Amînayê.
-
575
Gava dayîka wî emrê Xwedê kir, Pêxemberê me çû cem bapîrê xwe. Bapîrê wî derê mala xwe bo wî vekir.
-
577
Pêxemberê me piştî wefata bapîrê xwe êdî li gel mamê xwe ma. Li gel wî derkefte rêwîngîyên dirêj. Mamê wî ew dielimande ticaretê.
-
589
Pêxemberê me bi insanên Mekkeyê yên baş bû yek û tevlî peymana Xilful-Fidûlê bû.
-
594
Pêxemberê me her wisa ticarek serkeftî bû. Karwanek mezin bire bajarê Besrayê. Wî, şertên wî karê xwe yê ku heqê xwe jê derdixist bi serfirazî pêk tînan.
-
594
Pêxemberê me ligel Hz. Xedîceyê zewicî. Gava ku Pêxemberî bo Pêxemberê me hatî Hz. Xedîceya ku ewil bawerî pê anîy hemû gavan hej Pêxemberê me kir. Wan herduyan pêkve mil dane zorî û zehmetîyan.
-
605
Ke’be berîya Îslamê jî maleke pîroz bû. Hacerul-Esweda ku bi menaya Kevirê Reş e sembola wê mala mehrem bû. Di wextê te’mîra mala pîroz de qebîleyên Mekkeyê şer dikirin ka dê kîjan wan Hacerul-Eswedê rake û bibe dane cîhê wê. Carekê tam di vê meselê de gengeşî dikirin, Pêxemberê me ebayê xwe rayêxiste erdi û ew kevirê pîroz dana nav de. Her yek qebîleyekê rexek ebayi girtin û Hacerul-Eswed ligel hev birin. Di pêşengîya Pêxemberê me de bêxirecir mesele hel kirin.
-
610
Gava Pêxemberê me li Çîyayê Hîrayê bû, milyaketek nas kir. Xweda Teala bi destê milyaketê Cibraîl kitabek dîyarîyê wî kir. Ev kitaba ku rê nûşa wî û temamê alemê dida, Qur’ana Kerîm bû.
-
610
Ewiltirîn ayetên Qur’ana Kerîm pêşîyê bang Pêxemberê me paşî jî temamê mirovahîyê kir û got: “Bixwûne.” “Bixwûne! Bi navê Xwedayê xwe yê diafirînît! Ku Wî insan ji embrîyoyekê afirand. Bixwûne! Rebbê te ewqas comerd e ku bi qelemi ve nivîsîn û her tiştê insan nedizanî nûşa insani da.” (Sureya Elaq- Ayetên: 1-5)
-
613
Xweda Teala ferman kir ku ew tiştên nûşa wî day ew jî bigehînîte insanê li nêzîk xwe. Emir kir ku rastîyan bi aşkerayî bînîte ziman. Lazim e rastî nehatibane veşartin.
-
614
Mirovên bawerî bi Pêxemberê me înabûn dê tengavî dîtiban. Çunku insanên bêbawerî ew rehet nedihêlan, dijminatîyên cuda cuda ligel wan dikirin.
-
615
Mu’mînên ku di bajarê Mekkê de nedikarîn birehetî bijîn Hicreta xwe ya ewil pêkînan. Koçî Hebeşistanê kirin.
-
616
Di her bajarekî de egîdên bêtirs hene. Egîdên Mekkê jî Hemze û Omer bûn. Gelek biquwet bûn. Gava bûne musluman bi îmana di dil de biquwettir bûn. Bûne lehengên Muslumanan yên bêtirs û bêxof.
-
620
Ebû Talib nîvbab nebû, mamek bû ku babîtî dikir. Gava ew mirî stûna qewîtirîn ya Pêxemberê me şkest. Piştî wî jî xanima wî ya xwoşevîst Xedîce çû ber rehma Xweda. Wefata Hz. Xedîceyê jî dihate maneya windakirina hevrêya wî ya ew pê her dem piştrast. Ew sal, ji seri heta binî bi xeman ve tijî bû. Muslumanan gote vê salê “Sala Xeman”.
-
620
Pêxemberê me bo hecîyên ku ji bajarên derdûran dihatin, behsa Îslamê dikir. Komek ji insanên Medîneyê ji dil bawerî bi Pêxemberê me înan. (1.în Bîata Aqabê)
-
621
Rojên gelek tangav bûn. Li Mekkê hemû dergeh li ser çavên bawermendan ve dihatine girtin. Wêca di dewrek wisan de tiştek gelek ecêb çêbû. Pêxemberê me derkefte “Rêwîngtîyek Şevê” ya mucîzewî. Di şevekê de ji nişki de ji Mecsîdî Heramê rabû çû Mescîdî Eqsayê. Li wêderê pêxemberên berîya xwe nas kirin. Paşî hilbû esmanan û heta noqteya dawîtir çû ya ku bikarît biçît. Ligel Xweda bi şiklekî taybet mukellemat kir. Gotine wê Mîrac. Xweda Teala ji bo muslumanan nimêj kire dîyarî ku da ew bikaribin bigehine huzûra Wî. Nimêj pêlekan û nerdûwana bawermendan bû ew bilind dikirine ber esmanan.
-
621
Mus’ab bû ewiltirîn mamostê Îslamê. Ji bo insanan perwerde û rûşen biket ku ew dînê xwe rast û dirûst bijîn, rabû çû Medînê.
-
622
Medîneyîyan Îslam bi tevahî qebûl kirin û hema bêje hemû nûnerên bajari bi şiklek gelemperî muslumanetî qebûl kirin. (2.în Bîata Aqabeyê)
-
622
Medîne wekî dayîkekê digirnijî. Yên ku xwe havêtine ber wê, himbêz kirin. Muslumanan dest bi hicretê bo Medîneyê kirin da ku dînê xwe rehettir bijîn.
-
622
Dijminan hizir dikirin ku dê Pêxemberê me bikujin û dê bawerîya Xweda raken. Ji ber wê jî di meclîsên xwe yên xirab de qirara kuştina wî dan.
-
622
Pêxemberê me û rêhevalê wî Ebûbekir gava ji Mekkê koç dikirine Medînê, Şkefta Sewrê ew hewandin.
-
622
Pêxemberê me di rêya Medînê de gava geheşte Kubayê li wêderê mescîdek piçûk hate avakirin.
-
622
Gava nêzîk dibûne Medîneyê yekemîn car bihev re nimêja înîyê kirin. Jixwe nimêja înîyê behsa yekîtî û hevkarîyê dikir. Qey digot: “Bihev re em dê bibine insanên gelek baş û qenc.”
-
622
Medine’ye yerleşen Peygamberimiz için bir ev, Müslümanların ibadet etmeleri için de mescid yapıldı. “Peygamber Mescidi” anlamına gelen bu maabed, (Mescid-i Nebevi) o günden sonra Müslümanların buluşma yeri oldu.
-
622
Pêxemberê me li Medîneyê bicîh bû û li ser navê wî wêderê malek û mescîdek ava kirin. Mescîdî Nebewî hingî vere bû cihê muslumanan yê hevdîtinê.
-
623
Ji bo gazîkirina nimêjê bang munasib dîtin. Muslumanan kengî bang bihîstiban qey Xweda gazî wan diket, dibezîne nimêjê. Nimêj wextê hevdîtina ligel Xwedê bû.
-
623
Xwecihên Medîneyî ne tenê cih û malêt xwe dane muslumanên ji Mekkeyê hatin, dilên xwe jî bo wan vekirin ku wêca biratîya Ensan û Muhaciran pêk hat.
-
623
Pêxemberê me qismek mescîda xwe kire mekteb. Yên ku xwastiban dîni baştir bizanin bûne şakirdên Pêxemberê me. Musluman cara ewil mecbûr man ku ligel muşrîkên ku heyat ber wan teng kirî şer bikin. Li Bedrê hizaran milyaket bo harîkarîya mumînan hatine xwarê.
-
624
Qibleya muslumanan bû Ke’be.
-
624
Rojî di vê mehê de bû ferz. Êdî musluman dê temamê meha Remezanê rojîyan bigirin û dê pê rojîyê sebrê ber tengavîyak bikin.
-
624
Ji gulek Pêxemberê me cilmisî: Kiça wî Rukîye emrê Xweda kir.
-
624
Hate emrkirin ku dê ji bo lêzimîyan û xerca cejnê bo feqîran sedeqeya fitrê bête dan.
-
624
Piştî mehek ibadeta rojîyê, bo bawermendan cejn hate dîyarîkirin. Di cejnan de bawermend hatine cem hev û bi hev re nimêja cejnê kirin.
-
624
Pêxemberê me ligel Hz. Aîşeyê zewicî.
-
624
Hz. Elîyê ku ji piçûkatîya xwe ve li ber destê Pêxemberê me mezin bibû, ligel kiça Pêxemberê me ya xwoşevîst Fatmayê zewicî.
-
624
Cara ewil cejna qurbanê hate pîroz kirin. Harîkarîya zengînan bo feqîran, yanî zekat cara ewil di vê tarîxê da hate emirkirin.
-
624
Hz. Osman ligel kiça Pêxemberê me Hz. Gulsumê zewicî.
-
625
Nevîyê pêşî: Hz. Hesen hate dinyayê. Bapîrê wî Pêxemberê me bû.
-
625
Li Uhudê şerek qewimî. Wextê musluman li ser soza ku dabûne Pêxemberê me nerawestan têk çûn. Bi vê cengê ve muslumanan girîngîya îtaeta emri fêr bûn.
-
625
Ereq, ji ber zererên wê hate qedexekirin.
-
626
Nevîyê duyê hate dinyayê: Huseyn! Bapîrê wî Pêxemberê me bû.
-
627
Xendek hatine kolan. Dijminên êrîşkar nekarîn wan xendekan derbas bibin û neşîyan zererê bigehînine muslumanan.
-
628
Li Medînê hişkatî hebû. Pêxemberê me û eshabên wî bo barîna baranê dua kirin.
-
628
Mala Pîroz Ke’be jibilî Heccê jî hate zîyaretkirin û gotine vê zîyaretê jî umre. Muslumanan bi Ke’beyê ve hesreta salan birin.
-
628
Pêxemberê me gorê dayîka ya li Ebwayê zîyaret kir.
-
628
Li Hudeybîyeyê yekemîn peymana mezin hate morkirin.
-
628
Sureya Fethê nazil bû. Ew sûreya ku behsa harîkarî û serkeftinê diket çi dîyarîyek xweş bû bo muslumanan.
-
628
Pêxemberê me dixwast ku herkes bawerîyê bi Xweda bîne. Dua dikirin ku herkes bête ser rêya heq. Nameyên derheqê Îslamê nivîsîn û ew bi rêya qasidan rêkirine welatên derûdor. Ew qasid wekî kotreyan bûn ku xeberên xweş dibirin.
-
629
Ji gulên Pêxemberên me yeke dî jî çilmisî. Kiça wî Zeynebê wefat kir.
-
630
Pêxemberê me ji bo ku biçîte cihê xwe yê ku mecbûr mabû jê derkeve yanî ber bi Mekkeyê ve kete rê. Mekke fetih kirin.
-
630
Pêxemberê me şîrxwûşka xwe ya ku ligel wê li çolê li ser girên xîzan dileyîst eynî şîr vexwarî Şeyma dît.
-
630
Sefera Tebûkê, serkeftinek bû ku yên sebir kêşay û bawermendan gelek tengavî têda dîti.
-
630
Şairê dewra Pêxemberê me Ka’b bin Zubeyr bû musluman. Pêxemberê me ebayê li ser milên xwe derêxist û da wî ku nîşan da ku ka ew çiqas qedr û qîmetê didete huner û şiirê.
-
630
Mezintirîn senemê Mekkeyê parçe parçe bû. Lat di nava dilan de mir! Jixwe di rastîyê de jî nedijîya!
-
631
Pêxemberê me di meha Remezanê de Qur’an’a Kerîm ji serî heta bini du caran xwend. Di wê xwandina bi milyaket Cibraîl re hatîye kirin da her ayetek Qur’anê rast hatibû xwendin. Em jî ji bo bîranîna wê xwendinê di hemû mehên Remezanê de bi hev re Qur’anê dixwûnin.
-
632
Pêxemberê me pîr bibû. Wî di wextê Heccê de cara dawî gazî sehabên xwe kir. Gotinên gelek girîng gotin. Navê vê axiftinê kirine “Xutba Xatirxwastinê”.
-
632
Pêxemberê me dawîtirîn Hecca xwe kir. Li dor mala Xweda cara dawî ji dil heft caran zivirî. Digotine wê tewaf.
-
632
Pêxemberê me nesax ket û wî jî wekî her insanekî umrê xwe temam kir û wefat kir. Pêxemberê me li cem mescîda wî hate veşartin.